NAVENDA NÛÇEYAN – Kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirkî li başûrê Kurdistanê her diçe mezintir dibe. Di vê çarçoveyê de xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê jî beşdarî kampanyaya boykotê bûn.
Xwendekarên ku beşdarî kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirkî bûne diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanyayê û wiha gotin; “Kesên ku kel û pelên Tirkî bikirrin wê bibe sedem ku ciwanên Kurd werin kuştin. Dibe ku em hemû nikarin di eniyên şer de cih bigirin lê em dikarin bi kampanyaya boykotê derbê li dijmin bidin.”
Her wiha xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bang li hemû gelên Başurê Kurdistanê kirin ku beşdarî kampanyayê bibin û kel û pelên Tirkî boykot bikin.