ŞIRNEX – Polîsên tirk ên dagirker li Navçeya Elkê ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û Hevsrokê HDP’ê yê Elkê Şaban Cin jî di nav de herî kêm 12 kes binçav kirin.
Polîs û eskerên dagirker li Navçeya Elkê ya Şirnexê û gundên Elkê bi ser gelek malan de girt. Polîs û eskerên dagirker di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Elkê Şaban Cin û welatî Mahmut Kiliç, Zerrin Borak, Sekvan Cîn, Emîn Borak, Seyran Yîgît, Selman Ataman, Recep Ataman, Baver Abî, Cihan Ataman, Cemal Şeker û Naze Durmuş binçav kirin. 12 kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan Elkê û qereqolên gundan.