NAVENDA NÛÇEYAN – Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst (EOT) îro daxuyanî da û şervanên DKP/BOG’ê Goze Altunoz (Aynûr Ada) û Yasîn Aydin (Îmran Firtina) bi bîr anî yên ku li Til Temirê şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Êrîşên tunekirina şoreşa Rojava û berxwedana mezin a li hemberî vê êrîşê didome. Gelên Rojava li hemberî vê êrîşê berdêlên mezin dide û berxwedaneke dîrokî nîşan dide.
Di 6’ê Mijdara 2019’an de şervanê DKP/BOG’ê Goze Altunoz (Aynûr Ada) û Yasîn Aydin (Îmran Firtina) ji bo parastina Rojava li Til Temirê şehîd bûn. EOT di nav şer de derbên giran li dijmin da û di warê sekinandina çeteyên dewleta Tirk a dagirker de pareke wan jî hene. Em ê rêya wan bigihînin serfiraziyê.”