QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo bi sedan gel û çalakvanên kona berxwedanê di pêşengtiya koçberên ji Serêkaniyê bi dirûşemeya “Na ji dagirkeriyê re” daketin qadan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Meş li kolana şehîd Rûbar Qamişlo destpê kir û heta ber Navenda Komseriya NY’yê ya Kar û Barên Koçberan domiya.
Çalakvanan wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsên erebî, kurdî, îngilîzî û suryanî, alên QSD’ê, YPG û YPJ’ê hilgirtin.
Çalakvanan sloganên “Bijî Berxwedana QSD’ê, YPG û YPJ’ê”, “Bijî Serok APO”, “Bijî biratiya gelan û na ji terorê re” û “Bimre Dagirkerî” berz kirin.
Xwepêşandan li pêşiya Navenda Komseriya NY’yê ya Karûbarên Koçberan a taxa Siyahî ya bajêr sekinî û li wir veguherî mîtîngê. Paşê daxuyanî hate xwendin û meş bidawî bû. Çalakvan piştre çûn konê berxwedanê.