QAMIŞLO – Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo 8 şervanên li Serêkaniyê di Berxwedana Cenga Rojava de, li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dan şehîd bûne, lidar xist.
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan beşdarî merasîma şehîdên Berxwedana Cenga Rojava bûn.
Navên şehîdên QSD’ê wiha ne: Îbrahîm Zekeriya(Ehemed Zîb), Mihemed Xelef (Lewend Qamişlo), Mihemed Mesûd (Koran Qamişlo), Dilbirîn Hesen (Cegerxwîn), Azad Elî (Baz Qamişlo), Mihemed Mihemed (Akif) û şervanê Erka Xweparastinê Şivan Îbrahîm (Tekoşer Qamişlo).
Her wiha nasnameya gerilayê Tevgera Azadiya Kurdistan Îsa Hisên (Cekdar Qamişlo)ku li herêma Heftenînê li Çiyayê Kurdistanê, li dijî artêşa Tirk şer kir û şehîd bû, di merasîmê de hate ragihandin.
Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, oldar, şandeyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê cihê xwe di merasîmê de girtin.
Bi tilîliyên dayikan re şêniyan bi yek dengî berxwedana şervanên QSD’ê di çeperên şer de silav kirin.
Xalê şehîd Îbarhîm Zekeriya Hewas Miflih axivî û got: “Me li dijî DAÎŞ’iyên ji 80 dewletan hatibûn, şer kir û bi saya şehîdan me xaka Sûriyê rizgar kir.
Miflih got, Erdogan îdîa dike ku QSD’ê terorîst in, lê belê QSD’ê zarokên Bakurê Sûriyê û pêkhateyên vî welatî ne, bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe yek biryar bûn, gelo ew terorîst in heyî terorîst?
Hewas Miflih wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji beriya 9 salan ve em parastina xaka xwe dikin û li dijî tu kesî şer nekiriye, we ji 80 dewletan DAÎŞ kom kirin û êrîşî me kir, lê belê me li dijî wan şer kir û xaka Bakurê Sûriyê rizgar kir, gelo em terorîst in?Ji bo jiyaneke azad, bi rûmet û li ser esasê felsefeya Ocalan a ku siyaseta Erdogan tevlihev kir, bijîn canê xwe feda kir.
Her şervana YPJ’ê Rûken Îbrahîm û meta şehîd Şivan Îbarahîm got: “Îro roja şeref û rûmetê ye, kesê xwedî wîjdan wê bi vê berxwedanê bi ser bikeve.”
Di dawiya merasmê de, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rêvîn Şêxmûs nasnameya şehîdan xwendin û rasdestî malbatan kirin.
Paşê şênî herikîn konê sersaxiyê ku li goristanê hatiye vegiritin.