EYN ÎSA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 3 aliyan ve bi çekên giran êrişî gundên Dibis û Xirbet Kerma yên navçeya Eyn Îsayê kirin da ku rêya navdewletî ya M4 dagir bikin. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan didin.
Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de hewl didin depoya genim a gundê Şilgratê ya li ser rêya navdewletî kontrol bikin, hewldanên ji aliyê şervanan ve tên bersivandin.
Li derdora gundê Mesûdiyê şerekî giran rû dide. Şervanên QSD’ê tankeke dagirkeran teqandin. Tê gotin ku kuşt û birîndaran dagirkeran hene.