DÊRIK – Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo zarokên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ku piştî êrîşên dagirker axa wan ji aliyê dewleta tirk a qirker û çeteyên ve hatiye desteserkirin û niha jî li bajarê Dêrik li kampa penaberan a Newroz bicih bûne, plansaziyên moral û şahiyê çêkir. Jinên Ciwan bi çûyina kampa Newroz ya ku berê gelê Êzidî ê ji ber êrîşa DAIŞ’ê li wir bicih bibû û niha jî gelê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi giranî lê dimînin, bi gel û zarokanê kampê re bûn alîkar, pêwistiyên wan bicih anî û plansaziyên moral û şahî ji bo wan lidar xistin.
Bi êrîşên qirker ê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê wek DAIŞ û el-Nusra li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê bajarên wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn kurbaniyên dagirkeriyê. Bi hezaran gel û zarok necar man ji bajarê xwe derkevin û koçberî kampan bibin. Endamên Jinên Ciwan ji bo bibin dermanê birînên gel û ji bo bandora Şer û koçberî li ser zarokan bide tune kirin, bi zarokan re lîstokên cuda cuda lîstîn, bi wan re wêneyan xêz kirin û bi moralekî mezin berxwedaniyê silav kirin. Jinên Ciwan evara ji bo zarokên xêzefîlm pêşkeş dikin, li ber agir stranên zarokan dibêjin û dirûşemyên berxwedanê wek “Efrîn” berz dikin.
Zarokên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi lîstokên xwe, bi rûkeniya xwe, bi moral û coşa xwe êrîşên dagirkeriyê, kuştin û qirkirinê cardin binxist û berxwedaniya xwe li dijî şerê dewleta tirk a dagirker derxistin holê.