EYN ÎSA – Nûçegihanên me ji herêmê ragihand ku dema ku çeteyan êrişî gundê Mesûdiyê yê li nêzî Rêya Navdewletî M4 yê li başur-rojhilatê kantona Girê Spî ya dagirkirî, kiriye di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û QSD’ê de şer derket.
Di encama bersivdana QSD’ê de erebeyeke leşkerî hat teqandin, kuştî û birîndarên çeteyan jî çêbûn û hejmar ne zelal e.