EYN ÎSA – Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh êrîşî rêya navdewletî (M4) kir. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan da. Di encama wê de 24 çete hat kuştin û gelek çete birindarê bûn. Her wiha şervanan tangek teqandin, tankekê derbe xwar, erebeyeke doçka û erebeyeke ji cûreya van hatin teqandin.
Her wiha şevê din çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Mesûdiyê kirin.
Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de 6 çete hatin kuştin û 4 jî birindar bûn. Erebeyeke ji cûreya pikap hat teqandin û çeteyên di erebeyê de hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndaran ne diyare.
Îro jî li gundê Mesûdiyê panzereke hat teqandin.