QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitîya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo ji bo ciwan û gel bernameyek lidar xist ku tê de berxwedaniya şervanên QSD’ê li dijî dewleta tirk a dagirker hate silav kirin.
Li parka Halepçe bername bi temaşekirina sînevizyon û dahurandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî destpê kir. Piştî wê bername bi helbest, stran û bi axaftinên gel berdewam kir.
Bername bi gotina stranên şoreşgerî bidawî bû.