BURSA – Înîsyatîfa Zarokên Agir li malpera xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand û daxuyakirin ku wan di çarçoveya “Çalakiyên Ji Agir” di 7’ê Mijdarê de li Bursayê li dijî otobusa bajar çalakî pêk anîne.
Înîsyatîfa Zarokên Agir di daxuyaniya xwe de ev got:
“Li dijî êrîşên dagirker ê li ser Rojavayê Kurdistanê ku gelê me ji cih û warê xwe bûn, qetlîam pêk hatin û talan çêbûn, înîsyatîfa me li Bursayê li ser otobusa bajar çalakî pêk anî û bi temamî şewitandin. Me îlan kiribû ku em ê jiyana kesên ku piştgirî didin vî şerî bikin dojeh. Ji niha û peyde, wê ne tenê malên Kurdan bi destê dijminê me bişewite, wê bi çalakiyên me malên kesên ku piştgirî didin dagirkeriya dewleta tirk bên şewitandin.”
https://atesincocuklari.blogspot.com/2019/11/