NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girê Spî û Til Temirê artêşa Tirk a dagirker êrişî rejîma Sûriyê kir, di encamê de ji leşkerên rejîmê mirî û birîndarê çêbûn.
TIL TEMIR
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êriş birin ser gundên Qebra Biçûk û Um Şihefa yên Til Temirê. Dagirkeran li du nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê xistin.
Tê gotin ku ji leşkerên rejîmê mirî û birîndarê wan hene.
GIRÊ SPÎ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji saetên sibê ve, gundê Kor Hesen ê girêdayî bajarê Girê Spî ku leşkerên rejîma Sûriyê têde ne, topbaran kir. Di encamê de, leşkerekî rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da.