NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 31’an ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, êriş û binpêkirina agirbestê didome. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva hemû êrişan didin.
Êrişên dijwar li gundewarên Girê Spî – Eyn Îsa pêk tên û QSD’ê bersivê dide
Çeteyên dewleta Tirk ji DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra bi dijwarî êrişî gundên Şergirak û Um El-Beramîl ên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kir. Şervanên QSD’ê bersiva êrişan da û di encama wê de şer di navbera çete û şervanan de derket. Her wiha erebeyeke leşkerî hat teqandin û gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û tankan êrişî gundên Xirbet Faris, Şergirak, Zinoba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webda yên Serêkaniyê û Eyn Îsayê kir. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan da û di encama wê de şerekî dijwar rû da. Şervanên QSD’ê piştî lehengiyeke bêhempa 2 erebeyên leşkerî, tankek, erebeyeke doçka li nêzî rêya navdewletî teqandin. Her wiha di encama wî şerî de 13 çete hatin kuştin, 19 birîndar bûn, 3 çek û gelek cebilxane ketin destê şervanan.
Li gorî QSD’ê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, di encama berxwedana lehengî de 12 şervanên wan şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.
QSD: Dewleta Tirk biryara agirbesê pêk neanî û divê Amerîka berpirsariyê rake
Fermandariya Giştî ya QSD’ê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker biryara agirbestê pêk neanî û bi rêya derwên xwe dixwaze raya giştî tevlîhev bike ku ew li gorî biryara agirbestê tev digere. Fermandariyê piştrast kir ku wan biryara agirbestê bi garantor û navpeynakariya Amerîkayê erê kir û divê Amerîka erka xwe weke garantor pêk bîne.
Ji aliyekî din ve jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê tişta ku Roback di muzakereyeke hundirîn de ku tê de helwesta Rêveberiya Amerîkayê ji êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne dike re, erê kir. Her wiha got, divê Amerîka kedeke mezintir bide ku êrişên Tirkiyê bisekinîne.
Ebdî got, gotinên Roback di cihê xwe de ne û li ser malpera xwe ya Twitterê diyar kir ku DYA’yê dikare êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rawestîne.
Dewriyeyeke Rûsî – Tirkî derket û panzêreke dewleta Tirk sivîlek qetil kir
Duh bi dehan jin, mêr û zarokan bi kevir û pêlavên kevin li dewriyeya hevbeş a Rûsî û Tirkî ku li gundê Dêrna Axê ya herêma Girkê Legê derketibû, dan. Panzêra artêşa Tirk a dagirker pêl xwepêşandarekî bi navê Serxwebûn Elî kir û di encamê de, şehîd bû.
Her wiha Gerînendeyê Buroya Ragihandinê ya QSD’ê Mustefa Balî piştrast kir ku di encama avêtina bombeyên gazê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, 10 sivîl birîndar bûn.
Rewşa mirovî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebats avakirina kampan ji bo bicikirina şêniyên ji ber êrişên dewleta Tirk ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûne, dike. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî bang li rêxistinên mirovî kir ku li herêmê vegerin û alîkariya wan bikin. Rêveberiya Xweser diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji 9’ê Cotmehê ve, 300 hezar şênî koçber bûne.
Her wiha ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan, 33 dibistan hatin girtin. 7 hezar û 734 xwendekarên ji gundên nêzî sînorê navçeya Dirbêsiyê ji xwendinê mehrûm man.