NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên Ceren Guneş ên HBDH’î daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku di 7’ê Mijdarê de qemyonek ku ji bendergeha Mersînê bar bar kir û diçû bajarê Ezazê yê Sûriyeyê yê dagirkirî, li Edeneyê bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên wan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qemyon di encama çalakiyê de tevî barê xwe hate îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her şêweyên piştgiriya ji bo hêzên dagirker û çeteyên wan ên barbar di hedefa me de ne.”