HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker tîmeke tendirûstyê ku derbasî gundê Dildara bibû da ku birîndaran rizgar bike, kir hedef. Di encama wê de hemşîreyê bi navê Aram Ehmed (22) birîndar bû. Kadroyê tendirûstyê yê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn ji bo rizgarkirina birîndaran berê xwe dan gundê Dildara. Niha Aram Ehmed ji bo tedawiyê di nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê de ye.
ÊRÎŞÎ NÛÇEGIHANA KIRIN
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Um Şeîfa nûçegihanê televizyona El-Ixbariyê ya Sûriyê birîndar bû. Nûçegihanê birîndar Fadil Hemad ew rakirin nexweşxaneyê ji bo tedawiyê.