NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê girêdayî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa dagirker li hember Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûryê agirbestê bin pê dike û bi her awayî êrişên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê zêde dike.
Til Temir
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, li gundên Leylan û Gûzeliyê êriş bir ser herêmên sivîlan û hewl dan ku qadên nû dagir bikin.
Ebû Rasên
Artêşa dagirker û komên çete bi hêzeke mezin êriş bir ser gundên Til El-Werd, Um El-Îşba û Til Mihemed.
Eyn Îsa
Artêşa dagirker û komên çete, bi armanca dagirkirina herêmên nû ku rêya M4 a navdewletî jî di nav de, êriş bir ser gundên Xirbet Kerîm, Dibs û Xalidiyê. Hêzên me bersivên êrişan dan û di encamê de şerek rû da. Di encama şer de 2 çete hatin kuştin, 2 birîndar bûn, tangek jî hate derbkirin. Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundên Şergirkt, Tibêna û Mesûdiyê bi piştevaniya çekên giran û di bin bombebarana firokeyên bêpîlot de êriş bir ser herêmên sivîl. Hêzên me bersiva êrişan da û di encamê de şer qewimî. Di encama vî şerî de jî 3 çete hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn.
Bi giştî di encama bersivdana hêzên me de 5 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.
Di vê berxwedanê de 2 şervanên me jî şehîd bûn.”