HESEKÊ – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarê Til Temirê 5 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê hatin kuştin û 26 din jî birîndar bûne.
Ji ber topbarana li ser gundê Um Şafa 5 leşkerên artêşa rejîmê hatin kuştin û 20 din jî birîndar bûn. Her wiha 4 din li gundê Dildara birîndar bûn. Li gundê Um Kêf jî 2 birîndar bûn.