NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 32’an ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbaran û êriş li ser gundewarên Til Temirê û Eyn Îsayê zêdetir bû û sivîl hatin hedefgirtin.
Êrişên dijwar li ser gundewarên Til Temirê
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker duh gundê El-Qasimiyê yê Til Temirê û gundê Zêdiyê yê navçeya Zirganê bombebaran kir, her wiha gundê Um El-Kehif yê Til Temirê hat topbarankirin û di encama wê de ziyan gihîştin mal û milkên sivîlan.
Her wiha balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker erebeyên hêzên rejîma Sûriyê ku çekên giran di wan de bû li gundewarên Til Temir kir hedef.
Di encama wê de 5 leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 26 jî birîndar bûn. Her wiha nûçegihanê kenala El-Exbariye ya Sûriyê di encama topbarana çeteyên artêşa Tirk li ser gund Em El-Şafîa birîndar bû, di heman demê de di nava birîndaran de Serleşkerê bi navê Ehmed Şerîf Ehmed û Sertîpê bi navê Minîf Mensûr hebûn. Her wiha di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Um El-Şafîa yê Zirganê leşkereke rejîmê birîndar bû.
Her wiha di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tîmeke tendirûstiyê re ku berê xwe dabûn gundê Dildara da ku birîndaran rizgar bikin, xebatkarê tendirustî yê bi navê Aram Ehmed ku yek ji endamên tîmê bû, birîndar bû.
Çavkaniyan tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker tangek û erebeyeke ambulansê şand gundewarên Til Temirê ku şer li wan deveran diqewime da ku birîndaran û cenazeyê kuştiyên xwe rake.
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li gundewarên Eyn Îsayê sivîl kirin hedef
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker bajarokê Hîşa yê başûr rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir, her wiha balafirên şer jî li asîman digeriyan. Di encama wê de 2 sivîl şehîd bûn û 5 sivîlên din ku di nava zeviyên xwe de dixebitin û berhemên pembo kom dikir, birîndar bûn.
QSD’ê bersiva êrişan da û di encama wê de zêdeyî 10 çete hatin kuştin
QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku gelek gundewar û rêya navdewletî (M4) dagir bikin. Ji ber wê jî êrişî gundê Xirbet Kerîm, Dibis û El-Xalidiyê kir. QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan da. Di encama wê de şerê dijwar rû da, 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bû her wiha tangek hate derbkirin.
Her wiha çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran û balafirên keşfê êrişî herêmên ku sivîl têde dijîn, gundê Şergirak, Tibîne û Mesûdiyê kir. QSD’ê bersiva êrişan da û di encama wê de 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bû.
QSD’ê ragihand ku di encama wê berxwedana lehengî de 2 şervanên wan şehîd bû.
Artêşa dagirker xwepşandarên dikuje û Rêveberiya Xweser şermezar kir
Li Til Helef û El-Diwêra yên herêma Serêkaniyê şênî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanek lidar xist. Şêniyan di xwepêşandana xwe de bang li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir ku ji herêmê derkevin. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gule li wan reşandin û di encama wê de xwepêşandêrek hat kuştin û hejmarek birîndar bûn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriyarên dewleta Tirk û şêwazên derexlaqî bi xwepêşandan şêniyan re şermezar kir û bang li raya giştî kir ku têkeve nava liv û tevgerê û binpêkirinan bisekinîne.
Rêveberiya Xweser spasya her kesê ku tev li hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bû, kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya hemû sazî û bazirganên ku kelûplên Tirkiyê boykot kirine, kir. Her wiha bang li dewletên cîhanê kir ku cezayan li ser Tirkiyê ku sûcên qirêj li djî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, feriz bike.