ŞIRNEX – Walîtiya Şirnexê a dagirker li bejahiya Silopiyayê 15 herêm “Herêma ewlekariya taybet a demkî” îlan kir û li sivîlan qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê a dagirker li 15 herêmên Çiyayê Cûdî weke “Herêma ewlekariya taybet a demkî” ragihand û li sivîlan qedexe kir. Hate ragihandin ku operasyona eskerî ya doh destpê kir wê 8 rojan bidome.