NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSDO bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana roja 32’emîn li Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
“Balafirên bê mirov yên artêşa dagirker bê navber li ser hemû herêmên bakûrê Sûriyê geriyan û cîh bi cîh êrîşan pêk anîn.
Artêşa dagirker û komên çete li gundê Qizalî û Mişêrfa êrîş birin ser herêmên sîvîl hewl dan qadên nû dagir nikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de pevçûn qewimîn. Di encama pevçûnê de hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin lê belê di derbarê hejmarê de agahiyên zelal bi dest neketin.
Di vê berxwedanê de 5 hevalên me şehîd ketin, 3 hevalên me brîndar bûn.”