REQA – Civîn îro li navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi beşdariya ciwanên Reqayê û endamên Buroya Rêxistinî ya ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi rê ve çû.
Piştî rêzgirtinê rêvebera Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîdya Mihemed, balkişand ser geşedanên dawîn ên li herêmê rû didin û got, vekişandina Amerîka ji nuqteyên xwe rê ji êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekir.
Her wiha Mîdya piştrast kir ku dewleta Tirk da ku gelên herêmê koçber û qir bike, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê şandin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk xwedî berjewendî ye û di bin navê herêma ewle de êrişan pêk tîne.Ji ber vê yekê herêm kir qada pêkanîna komkujiyan û der heqê tevaya pêkhateyan , Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan pêk anî.
Rêvebira Desteyê Mîdya Mihemed wiha amaje kir, dewleta Tirk bi siyastên qirkirin, helandina etînîkî û êrişên li ser herêmên me, hewldana dubarekirina serdema Osmaniyan e, her wekî di demên derbasbûyî de bi armanca guhartina dîmografiya herêmê, der heqê gelên Eremen û Suryaniyan de pêk anî.
Mîdya sûcdariyên dewleta Tirk û çeteyên li Efrînê û herêmên din ên ku dagirkirine anî ziman û wiha pê de çû, dewleta Tirk û çeteyên xwe navên gund û bajaran guherîn navên tirkî, bazar bi lîreya tirkî û li şêniyên herêman zimanê tirkî ferz kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze heman siyastê bide meşandin.
Mîdya di dawiya axaftina xwe de wiha got, berxwedana k u şervanên QSD`ê di Berxwedana Rûmetê de li dijî êrişên artêşa Tirk dide meşandin, ji raya giştî re isbata vîna gelên herêmê kir, ji ber vê yekê bi yekrêziya pêkhateyan dê serkeftin para wan be.
Ciwanan soza berxwedana û piştgirtiya QSD`ê di çeperên rûmetê de heta rizgarkirina xaka Sûriyê ji çeteryan dan. Paşê rê li pêşiya pirsên beşdaran hate vekirin.
Civîn bi pêşandina belgefilmekî têkildarî komkujiyên ku artêşa Tirk û çeteyên xwe der heqê sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, bidawî bû.