NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Gencanî Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan yên Tekoşer li Ranyayê bi armanca boykotkirina malên Tirkî stand vekirin û belavok belavkirin.
Kampanyaya boykotkirina malên Tirkî li Başûrê Kurdistanê her diçe firehtir dibe. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Gencanî Welatparêz û Rêxistina Jinên Welatparêz yên Tekoşer li navçeya Silêmaniyê Ranyayê standa boykotkirina malên Tirkî vekirin û belavok belavkirin.
Têkildarî vekirina standê endamê Rêxistina Gencanî Welatparêz Başûr Soran axivî û diyar kir ku armanca vekirina standê mezinkirina boykotkirina malên Tirkî ye. Soran wiha got; “Divê gelê me di vê mijarê de bihestyar be. Kirrîna her tiştekî Tirkî wê xizmetê ji aboriya dijmin re bike. Em pê gelek kêfxweşin ku xelkê me tiştên xwemalî dikirin.”