NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 33’yan ji Berxwedana Cenga Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, artêşa Tirk û çeteyên xwe Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê bipêkirinan pêk tînin û QSD’ê di çarçoveya parastinê de bersiv dide.
Li gundewarên Til Temir û Zirganê topbaran
Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê bi obis û hawanan û balafirên keşfê êrişî gundê El-Qasimiyê, Rîhaniyê, Um El-Kêf û Dawûdiyê yên girêdayî navçeya Til Temirê, her wiha çend gundên di navbera Zirganê û Til Temirê kirin.
Li derdora gundê Enîq El-Hewa yê navçeya Til Temirê artêşa Tirk û çeteyên xwe hêza xwe zêde kirine.
Li bejahiya Til Temir û Zirganê hêzên rejîmê bi çekên giran bersiva êrişan dan, di heman demê de çeteyên artêşa Tirk 2 leşkerên rejîmê li gundê Tirwaziyê revandin û li ser rêya M4 cenazeyên wan hatin dîtin.Li gundê Zirganê artêşa Tirk û çeteyên xwe mayîn çandibûn û bi du leşkerên rejîma Sûriyê ve hate teqandin, di encamê de her du leşker birîndar bûn. Her wiha li bajarokê Silûkê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî, li nêzî firina Siyahî ya bajarok erebey teqiya, hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Binpêkirinên artêşa dagiker berdewam in û bertek zêde dibin
Duh çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî artêşa Tirk li kantona Girê Spî ya ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin li ser sivîlan fitû dane ferzkirin û mal û milkên wan dizîne.
Mafnasên Sûriyê komîteya belgekirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk ava kir
Çalager û mafnasên sûrî yên li herêmên Rêveberiya Xweser bi hevkariya Meclisa Edaletê, komîteya belgekirina binpêkirin û sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin ava kir.
Ji aliyekî din ve jî, Yekîtiya Rewşenbîrên Tebqayê sûcên ku artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin nexasim çewisandina çandî û pirrengiya nasnameyên kultûrî yên li herêmên ku dagirkirine, di nav de 50 şûnwar û yê herî girîng Til Xelef şermezar kirin.
QSD’ê encamên şer û berxwedana roja 32’emîn eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana roja 32‘emîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
QSD’ê diyar kir hêzên wan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin di şer de hejmarek çete hatin kuştin
QSD’ê anî ziman ku balafirên bêpîlot ên artêşa dagirker bê navber li ser hemû herêmên Bakûrê Sûriyê geriyan û cih bi cih êrîş pêk anîn.
QSD’ê diyar kir ku artêşa dagirker û komên çete li gundê Qizalî û Mişêrfa êrîş birin ser herêmên sivîl lê hene û hewl dan qadên nû dagir bikin û wiha domand:“Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de şer qewimîn. Di encama bersivdayînê de hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Di vê berxwedanê de 5 hevalên me şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.”