AMÛDÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Amûdê meşek meşaleyan lidar xistin. Ciwanên Amûdê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê el-Nusra û DAIŞ meşek pêk anî.
Ciwanên Amûdê di çalakiya xwe de Berxwedana Şervanên QSD, YPG û YPJ bi dirûşemyan silav kir. Di çalakiyê de alên QSD, YPG, YPJ û Ciwanên Şoreşger hatin hilgirtin.
Meş bi daxuyaniyê bidawî bû.