NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên agirbesta ku di 17’ê Cotmehê de hate ragihandin, eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku piştî 17’ê Cotmehê komên çete û artêşa Tirk a dagirker 190 caran bi êrîşên bejahî û hewayî agirbest binpê kir û 82 caran êrîşên hewayî yên bi drone û balafirên şer pêk anîn.
Her wiha QSD’ê ragihand ku 182 şervanên wan di van êrîşên piştî ragihandina agirbestê de şehîd bûne û 243 şervanên wan jî birîndar bûne.