GIRÊ SPÎ – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li nuqteyên artêşa rejîma Sûriyê yên li gundê Şarxilê yê rojavayê Girê Spî dan, di encamê de leşkerekî rejîmê birîndar bû.
Li gundê Kor Hesen ji çeteyan bi tank, hawan û obusan êrişî nuqteyên hêzên rejîmê kirin, di encamê de 4 leşker birîndar bûn.
Artêşa rejîmê Sûriyê wek bersivdayîna çeteyan a li ser nuqteyên wan gundên Kefîfa û Zenûbiya topbaran dikin.
Şevê din leşkerekî artêşa rejîma Sûriyê li gundê Ebdiko yê girêdayî Girê Spî bi sûikasta çeteyên artêşa dagirker jiyana xwe ji dest da.