SILÊMANÎ – Di saetên êvarê de li li Emne Soreke ya li Silêmanî wênegirê Kanadî Joey Lawrence di roja dawî ya pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Em ji agir hatine’ de pirtûka xwe ya wêneyan da nasandin.
Di merasîma danasandina pirtûkê de gelek rojnamevan, wênegir û çalakvan beşdarbûn. Di merasîmê de Joey Lawrence têkildarî pirtûka xwe axaftinek kir û got; “Van wêneyan dewleta Tirk gelek aciz kir, jiber wê yekê dewleta Tirk li Tirkiye sansûr xistine ser malpera min, ger min karekî bi dilê Tirkiye bikira ezê xelet bibam.”
Pirtûka Joey Lawrence îsal hatiye çapkirin û ji dû beşan pêktê. Beşa yekem de 250 wêne û çîrokên şervanên Kurd pêktê. Di beşa duwem de jî serpêhatiyên van wêne û çîroka serdana Rojavayê Kurdistanê cih digre.
Joey Lawrence da zanîn ku ewê pirtûka xwe li Îtalyayê çap bike.
Joey Lawrence xelkê Kanadaye û di sala 2014’an de serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û di dema serdana xwe de gelek wêneyên şervan û berxwedaniya wana girtiye.