SILÊMANÎ – Bepirsyarên partiyên sîyasî ên Ciwanan derbarê mijara Yekîtiya Netewî a gelê Kurd û giringiya wê ji ajans me re axivîn. Zeim Cehfer berpirsyarê Tevgera Ciwanên Partiya Goran, Hewre Melik berpirsyarê têkiliyan yê Tevgera Ciwanên Welatparêz û Mistefa Ehmed berpirsyarê Ciwanên Partiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser yekîtiya netewî, sîyasî û yekreziya gelê Kurd nerînên xwe anîn ser ziman.
Zeim Cehfer destnîşan kir ku di demek wiha de ku dijmin bi awayekî hovane êrîş dike, herî zêde pêwistî bi yekîtiya gelê Kurd heye û wiha domand: “Ger li hemberi ev êrîşana em xwedi helwest bin, ew dem Başûr Kurdistanê dikare bibe navendek ji bo Yekîtiya Gelê Kurd û dikare hemû pirsgirêkên li parçeyên din çareser bike. Pêwiste herî zêde ciwan di nava xebatên yekîtiyê de cihê xwe bigrin.”
Endamê têkiliyan ê Ciwanên Welatparêz Hewre Melik wiha dest bi axaftina xwe kir: “Pêwiste Ciwanên Kurd li dijî her dagirkeriyê li ser Kurdistanê tê meşandin biben yek hêz, ji bo ku li hember dijmen biben xwedi helwestek xurt.
Mistefa Mihemed jî derbarê mijarê ev anî ser ziman: “Li dijî ev êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a dîkator li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, em wek ciwanên YNK em ê di nava çalakiyan de bin û dest bi kampanyayên mirovî bikin.
NC/Bahoz Cudî