NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2’ê Gulan, 22’ê Gulan, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîranê û herî dawî di 7’ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kirin.
Ji 7’ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.