KOBANÊ – Dewriya artêşa dagirker ji gundê Maris Mîle (Merc Ismaîl) derbasî axa Sûriyê bû û bi polîsên Rûsya re berê xwe dane gundên rojhilatê Kobanê. Li gundên rojhilatê Kobanê, polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker dewriya hevbeş destpê kiribû, li ser vê gelê Kobanê bi kevir û şekalan bersiv dan dewriyê û xwestin ji axa wan derkeve.
Wekî her carê jî, şêniyên gundên Kobanê kevir li dewriya artêşa dagiker dan û redbûna xwe der barê hebûna artêşa Tirk a dagirker li ser axa xwe red kirin.
Berxwedaniya gelê Kobanê li dijî dewriya hevbeş a dagirkeran didome.