KOBANÊ – Dewriyeya artêşa Tirk a dagirker gule û gaza îsotê li gundê Korpîngarê yê rojhilatê bajarê Kobanê, li sivîlan reşandin. Di encamê de 8 sivîl birîndar bûn. Her wiha li gundê Til Hacib jî, ji ber avêtina gaza îsotê, hin sivîl li ser hişê xwe çûn.
Li gorî agahiyan, 4 sivîl ji wan bi guleyên dewriyeya artêşa Tirk birîndar bûn û 4`ên din jî bi bombeyên gazê birîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneyên Kobanê têne dermankirin.
Ji nava birîndaran, nûçegihana JIN TV Zozan Berkel Remedan bi guleya artêşa Tirk birîndar bû.
Her wiha nûçegihanê Ronahî TV’yê jî Welat Şêxo bi bombeya gazê û di heman demê de, dema Şêxo erebeya televîzyona Ronahî TV diajot, panzêrên artêşa Tirk a dagirker bi zanebûn xwe li erebeyê xist û Welat Şêxo birîndar bû.
Her wiha li gundê Elîşar jî sivîlan kevir li dewriyeya Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker de xistin û agir berdan panzêreke artêşa Tirk.
Li gorî agahiyan hin panzêr xerab bûne û di navbera gundê Korpîngar û Helencê de sekinîne.