SERÊKANIYÊ – Çavkaniyên herêmî ji Serêkaniyê ji ajansa me re ragihandin ku çeteyan mayînek li rex dikanekê ku desteserkiribû çandibû. Ew mayîn bi çeteyên komek din ve teqiya dema hewl dida dikanê talan bikin.
Teqîn li sûka gelêrî ya bajarê Serêkaniyê pêk hat.
Têkildarî encamên teqînê agahî nehatin bidestxistin.