NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên teqînên ku duh li bajarê Qamişlo pêk anîne girtine. Her wiha teqez kir ku endamên şaneyê fermenên xwe yekser ji kesekî ku li Tirkiyê dimîne digirtin.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me yên li bajarê Qamişlo deteyên bûyera terorîst a ku duh 11`ê Mijdarê li bajarê Qamişlo pêk hatiye eşkere kirin.
Piştî lêgerîn û lêvegera ji kamîreyên çavdêriyê, hêzên me endamên şaneya terorsît a ku bûyera sûcdar pêk anîne nas kirin. Di operasyona serdegirtinê de piştî nîvê şeva 12`ê Mijdarê hêzên me kesê bi navê Ehmed Casim El-Mistefa yê ku bûyer pêk aniye û endamên din ên ku tev lê bûne girtin.
Di lêpirsîna destpêkê de û lêgerîna di amûrên wan ên teknîkî de yên ku beriya û piştî bûyerê bi kar anîne, diyar bû ku endamên şaneyê fermanên xwe yekser ji kesekî li Tirkiyê dimîne digirin. Her wiha lêçûnên bûyerê ji heman kesî wergirtine.
Duh li bajarê Qamişlo bi erebeyek bombebarkirî ku li pêşiya kefîteryaya El-Şimû li nêzî durêya MTN û bi du motorsîklêtan yek li ber dêra kildan hatibû hiştin êriş pêk hatin. Di encamê de 5 sivîl şehîd bûn û 26 kesên din birîndar bûn di nav de 4 endamên hêzên me.
Wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em teqez dikin ku mîna van bûyerên terorîst têkbirina ewlehiya herêmên me armanc dikin û bi koordîneya dewletên ku sponseriya terorê dikin û beşên ji axa me dagir dikin, tên. Em teqez dikin ku hêzên me dê karê xwe bidomîne, ax û gelê xwe bi tevahiya rêbazan ji her bûyerek terorîst biparêzin.”