RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Duyemîn lingê girîng ê modernîteya Ewrûpayê dewleta netewe ye. Herî kêm bi qasî kapîtalîzmê bi xwe ji çareseriya civakî zêdetir, sîstema têde pirsgirêkên civakî mezintir dibin, îfade dike. Kapîtalîzm weke ku tê yeqînkirin, ne pêçketina ekonomîk e, rewça sîstemîk a înkara ekonomiyê ye. Dewleta netewe jî weke ku gelek carana tê nîçandan forma bingehîn a demokrasî, azadî û mafê mirovan nîne, sîstema înkarkirina van nirxan e. Ji her rengî sosyalîst û Marksîst, di herdu mijaran de herî kêm bi qasî lîberalên bûrjûwayê teorî, bername û rêxistin çêkirine, ji lewra di çeloxwarî nîçandana rastiya civakî de berpirsiyariya wan gelek e. Bêguman hevkêçeyeke rast nîne ku mirov bibêje dewleta netewe ya navendî = kapîtalîzm e. Lê divê mirov baç fêhm bike ku civaka ji nû ve bi çêwazê dewleta netewe hatiye bisazîkirin, nexin bin dîktatoriyê, ev civak wê li mêtinkariya kapîtalîst venebe.
Cewherê têkiliya di navbera kapîtalîzm û dewleta netewe de ew e ku bi tevahî avahiya sosyo-ekonomîk bi awayekî di dîrokê de hemtayê wê nehatiye dîtin, bi kûrahî û firehî li mêtinkariyê vekiriye. Lê weke çêweyê desthilatdariya herî zêde, dewleta netewe mêtinkariya kapîtalîzmê mumkîn dike. Gunehê herî mezin ê Marks ew e, bêyî ku ev çêwazê dewletê yê ji nû ve ava dibe, analîz bike, hewl daye kapîtalîzmê di nava tevahiya ekonomiyên din de weke sîstema herî pêçketî analîz bike. Ji vê jî xeternaktir, nikarîbû karekterê kapîtalîzmê yê antî-ekonomîk tespît bike.
Çawa ku sîstemên mêtinkarî û zordestiyê bi îdeolojiyên dînî û mîtolojîk ên serdema destpêkê û navîn hatin rewakirin, dewleta netewe jî bi hê zêdetir feraziye û doktrînên zêhnî yên hatine pêçdebirin, hatiye rewakirin. Dewleta netewe hê jî girêkeke kor û mûammayek e. Dewleta netewe ya timî tê mezinkirin, ji bo wê xwîn tê rijandin, can û bawerî tê xwestin, û ev vedîtina divê herkes ji bo wê fedekariyê bike, xwedayê rastî yê modernîteyê ye. Ez pirr bi hêsanî dikarim bibêjim ku bi giçtî dewlet û bi taybetî jî dewleta netewe di bingehê wê de têgîna xwedê û dîn heye. Ya rastî, xwediyên hêzê û berjewendiyên maddî, vegotinên dînî û mîtolojîk ku tevgerên pêçî yên zêhnê analîtîk ên cinsê mirov in, hewl dane bi çêweyê dewletê berbiçav bikin. Bi wekhevkirina xwedê û dewletê re bûyerên balkêç qewimîn.
Di îdeolojiya Cihûyan de navê efendî û xwedê yek in: Reb. Çendîn Reb ji ferdîbûnê derdikeve û bi sazî dibe, weke dewlet bi mane dibe. Hegel ev pêvajo wergerand zimanê felsefeyê. Anî ziman ku xwedê li rûyê erdê weke dewleta netewe dest bi meçê kiriye. K. Marks jî ji vê vegotinê encamek derxist, ew jî ev e; îdeolojiyên dînî diyardeyên fîktîf in (vedîtinên lihevçêkirî ne). Lewma jî wî ew hêja nedîtin ku mirov bi wan re elaqedar bibe, an jî pirr qîmet bi wan neda. Di ketina wî ya materyalîzma çor de para vê nêzîkatiyê heye. Jixwe pozîtîvîstan bi mehkûmkirina metafizîkê yeqîn dikir ku ji serdemê bihurîne ango ji serdema metafizîk xwe çipkirine, qevaztine serdema zanistî. Sosyolojî baç bi kar neanîn û bi vê jî civak kirin mîna lodeke malzemeyên bêkêr û ji bo vê jî ketin nava vegotineke herî tûj û çor. K. Marks û F. Engels dewleta netewe ya navendî ya Elmanyayê ji bo proleteryayê weke çêweya herî kêrhatî îlan kirin û bi vê jî bi destê xwe derbeke xedar li têkoçîna çînî xistin û bi qasî ku vê nebînin noqî milletgiriya çînî bûbûn. Wexta ku li ser navê sosyalîzma pêkhatî, dewleta netewe ya kapîtalîzmê civak daqurtand, xeyaleke kominîzmê ya îflaskirî li paç ma.
Bi qasî kapîtalîzmê û belkî jî ji wê jî zêdetir berê pêçî hewcedarî bi analîza dewleta netewe heye. Bi sînorên hiçk dabeçbûna dinyayê, rîtuelên (îbadet) netewe yên modern ji bo civakê mîna qefeseke ji hesin, weke cinawirbûneke burokratîk, artêçên dewamî, artêça bêkaran, weke dînê modern milletgirî, cinsiyetparêziya veguherî cinawirekî çavsor, akademiyên paçverû yên hezar carî ji hiçkebawerên serdema navîn zêhnê mirovan reç û tarî dikin, ev hemû weke xwedayê hezar-rû dewleta netewe pêk tînin.
Eger em ji van têgînan hinan berçav bikin, em ê bibînin bê ka dewleta netewe pirsgirêk an jî çareserî ye.
1- Dewleta Netewe, Welat û Sînor
Civaka mirov tevahiya dîroka xwe ya dirêj ti carî sînorên biç êwazê dewleta netewe nas nekirin. Sînorên bi vî rengî bi xwezaya çandî ya mirov re li hev nakin. Ji bo erd û zeviyan sînor têne danîn û xêzkirin. Civakên mirov li ser erdê bi cih dibin û kengî mekan bi çanda maddî û manewî re pevdikelin rê li pêkhatina têgîna welat vedibe. Bicihbûnên demdirêj li ser pêkhatinên nasnameyê bi çêweyên qewm û qebîleyan jî bandoreke girîng dike. Di vê çarçoveyê de têgîna welat dibe têgîneke wisa ku destê civakan jê nabe. Pirsgirêkan çareser dike. Tevî ku sînorên xwe yên hiçk nînin jî çand û zimanê hevpar, bazara ekonomîk têgihiçtina sînorên sist û nerm pêk tîne. Kengî dewleta netewe bi kapîtalîzmê re di zikhev de welat bi civaka di navê de xist bin hegemonya xwe, pirsgirêkê dest pê kir. Çiqasî têgihiçtina çand û zimanê homojen tê ferzkirin, bi bilindbûna asta koletiya giçtî ya civakê re welat û sînor vediguherin binçavkirin û nezaretxaneyeke mezin. Lê ji bo dewletan sînorên bi vî rengî yên hiçk nayên xêzkirin. Hiçkbûna sînoran, hêza zincîrên koletiyê yên li mejî û îradeya mirov xistine, temsîl dike; veguherîna zindana piçûk ber bi zindana welat ve îfade dike. Jixwe sînorên evçend hiçk tê wê maneyê ku mirovan dikin milk, wan dikin meta, wan dikin artêç û çawa dixwazin wan wisa bi kar tînin û cihekî welê jî ti cudahiya xwe ji girtîgeh an jî nezaretxaneyeke giçtî namîne. Heta sînorên dewleta netewe yên bi vî çêwazî giçtî nebin, nikarin ferdan ji civakê qut bikin û wan bikin proleter. Kengî ‘sînorên welat ên pîroz’ bikin dînî û rewa bikin, bicihanîna van rastiyan mumkîn dibe. Herçî sînorên dewletan in, bi qasî ku bi cografyayê re li hev nakin ewqasî jî bi pirrcuretî û tevgertiya civaka mirov re jî nelihev in, dijber in.
Jiyan bi xwe dewamî bi pirrcuretiyê manedar dibe. Jixwe tevî evqasî têne pîrozkirin jî di serê vedîtinên civakî de yên ku bi lez diguherin, sînorên siyasî tên. Sînorên dewletan ên îro, mirov beriya bi sedsalan nikarîbû xeyal jî bike. Ev cografyayên bi awayekî lihevhûnandî hatine xêzkirin, mîna hebûnên ezelî yên pîroz in, bi welatiyan mîna emanetekî didin qebûlkirin û bi vê yekê pirsgirêkên herî mezin didin çêkirin. Ji lewra di pêncsed salên dawî de ji bo sînorên dewleta netewe gelek çer hatin meçandin û di van çeran de bi sed mîlyonan mirov mirin, nirxên çanda maddî û manewî yên ne serî û ne jî binî heye badilhewa çûn. Ev hilweçandin û talan mezinahiya pirsgirêkê piçtrast dikin.
2- Civaka Neteweyî ya Homojen a Dewleta Netewe
Çima welatiyê heman tîp? Di xwezaya civakî de têra xwe pirrcure û rewçên têkel hene ango dewlemendiyeke çandî ya xurt heye, wê wextê em çima vê dewlemendiyê veguherînin welatiyên mîna ‘tenekeyên hundirê wan vala’ û deng derdixînin? Eçkere ye ku welatîbûna modernîteyê derbasbûna ji koletiya taybet ber bi koletiya dewletê ve îfade dike. Artêça koleyên modern ên bi vî tîpî nebe, kapîtalîzm nikare karê bike. Tevî ezmûnên pîrozkirinê hemûyan, rastiya di cewherê welatîbûnê de avakirina hilberînerê karê ango koletiya modern heye. Pêkanîna civaka neteweyî ya homojen ku ji aliyê ti rejîma firewnî ve xeyala wê jî nehatiye kirin, berhemê ‘projeya muhendistiya civakî’ ye. fêweyê civaka herî lihevçêkirî ye. Ummetên pêxemberan jî evçend yek cure nebûn. Muhendisiya civakî bi xwe ji xwedayetiya herî xedar wêdetir, maneyeke din îfade nake. Çavkaniya xwe xwedayê Eflatûn, Demiurg (Xwedayê Mîmar) e.
Tevî ewçend pozîtîvîzma xwe, civaka dewleta netewe hûnandin û lihevçêkirineke metafizîk a pûç û seresere ye. Civakên bi vî rengî tinene. Bêne çêkirin jî timî mehkûmî xirabûnê ne. Civaka dewleta netewe di dema façîzmê de dikeve dema xwe ya herî stewiyayî ango dibe ‘civaka çerker’ û bi vî awayî dibe duyemîn civaka herî mezin a pirsgirêkan. Civaka çerker ew civak e ku pirsgirêkên herî hov ango qirkirina etnîk û qirkirina civakan diafirîne.
3- Navendên Çêkirina Welatiyan ên Dewleta Netewe
Ev bi giranî dibistan, qiçle, mizgeft û rîtuelên fermî ne. Ji bo îhtîras û çavbirçîtiya kar û sermaye zêdekirinê ya kapîtalîzmê, nexasim jî ya kapîtala fînansê ya sînor nas nake têr bibe, divê bi tevahî nasnameya welatiyan rojane li dibistan, qiçle, mizgeft û rîtuelên fermî bikin tek tîp û bi çêwazekî li gorî armancê, ava bikin. Hingê dikare çavbirçîtiya xwe ya zêdekirina kar û sermayê, têr bike. Mirov heta bi perwerdeyê avakirina dewleta netewe û li têkiliya di navbera kar û sermayeyê de serwext nebe, mumkîn nîne ku civaka modern ji hev derxe. Eçkere ye ku bi evçend saziyên pirsgirêkan çêdikin, bi perwerdeyê avakirina civakan, dihêle ku civak her tim di nava pirsgirêkan de bigevizin. Jixwe civakên di nava pirsgirêkan de digevizin û ji bilî vê ti çareya wan nemaye, zêhnekî îflaskirî ne. Pozîtîvîzm pûtperestiya obje ya objektîv a korbûyî ye ku di xwezaya civakî de li dijî kûrbûna maneyê ye. Perwerdekirina welatî ya dewleta netewe jî di dîrokê de ji pûtperestiya herî çor a objektîv wêdetir maneyeke xwe nîne. Bi vê perwerdeyê façîzmê qirkirina etnîk kiriye û hawîrdor hatiye talankirin. Perwerdeya dewleta netewe sêyemîn hêmanê mezin e ku pirsgirêkên civaka neteweyî mezintir dike.
4- Burokrasiya Dewleta Netewe
Modernîteya Ewrûpayê, di nava tevahiya avahiyên civakî de burokrasî mezintir kiriye û di vî warî de xwedî cihekî cihêwaz e. Burokrasî hêmanekî lihevçêkirî ye ku xwezaya civakî dirizîne. Burokrasî weke ûr û qocikekê li ser piçta civakê mezin dibe û yek ji bivê nevêya dewleta netewe ye. Çi di sosyalîzma pêkhatî de û çi jî di rejîmên lîberal de burokrasî bi rola amûrê bingehîn ê sîsteman dimeçîne û karê tîne, radibe. Dewleta netewe stûna piçta civakê ye; lê qefesa civaka xwezayî ye. Kapîtalîzm bi vê qefesa hesinî civakê kedî dike û ji bo hilberîna kar-sermayê dibezîne. Ji lewra heta mirov têkiliya burokrasiyê bi dewleta netewe û kapîtalîzmê re ji hev dernexe, çareserkirina pirsgirêkên civakê bide aliyekî, tespîtkirina wan jî mumkîn nîne. Cîhazên burokratîk ên bi qadên civakî ve weke amûrên çareseriyê hatine montekirin, çaremîn çavkaniya mezin a pirsgirêkên civaka modern in.
5- Cinsiyetparêzî û Dewleta Netewe
Serweriya zilam a ku hiyerarçiya ji rêûresmê li ser jinê pêçde bir, di tevahiya dîroka çaristaniyê de timî hatiye bitesîrkirin. Desthilatdariya di forma dewleta netewe de hatiye mezinkirin, hêza xwe bi giranî ji vê cinsiyetparêziya zêde û belav dike, digire. Cinsiyetparêzî fonsiyoneke normal a biyolojîk nîne; îdeolojiyek e ku herî kêm bi qasî milletgiriyê rê li desthilatdarî û dewleta netewe vedike. Ji bo zilamê serwer, cinsiyeta jinê objeyek e ku her cure îhtîras û çavbirçîtiya xwe li ser têr dike. Gotina di Pirtûkên Pîroz de ya dibêje ‘Jin erdên we ne, hûn çawa dixwazin, dikarin wisa biajon’ û gotina modernîteyê ya dibêje ‘Jin mîna sazekê ye, dilê we çawa dixwaze hûn wisa dikarin lê bidin’ vê rastiyê tînin ziman. Dîsa gotina ‘Ço ji ser serê wê, zarok jî ji malzaroka wê kêm nekin’ karektera façîst a serweriyê nîçan dide.
Cinsiyetparêziya civakî herî kêm bi qasî kapîtalîzmê cinawirekî civakî yê bi tehlûke ye. Lê mixabin, serweriya mêrê xasûk û bêrehm ji bo heqîqeta vê diyardeyê dernekeve holê û asteng bike, xwedî helwesteke çavkorî ye. Tevî ku bi qasî kapîtalîzmê hewcedariya xwe bi lêkolînê heye, yek ji qadên civakî ye ku di tariyê de hatiye hiçtin. Îdeolojiyên dewlet û desthilatdariyê bi tevahî çavkaniya xwe ya pêçî ji helwest û tevgerên cinsiyetparêz digirin. Qada civakî ya herî zêde û bi kûrahî mêtinkarî û zordestî, her cure koletî û sernuxumandin lê pêk hatiye, koletiya jinê ye. Objeyeke civakî ye ku tevahiya çêweyên desthilatdarî û dewletê xwe li ser ceribandine û bûye jêder û çavkaniya wan.
Dewleta netewe û kapîtalîzm a bi serwextbûneke hûrûkûr a van xisletên koletiya jinê tevdigerin, bi îhtîmameke mezin jinê weke amûra desthilatdarî û sermayeya herî pêçxistî, bi kar tînin. Divê mirov baç zanibe ku koletiya jinê nebe ti çêweyê koletiyê çensê xwe yê pêçketin û jiyanê nîne. Dewleta netewe û kapîtalîzm, mêrê serwer ê herî bisazîbûyî îfade dikin. Ji vê jî eçkeretir; dewleta netewe û kapîtalîzm, yekdestdariya mêrê zordest û mêtinkar in. Parçekirina vê yekdestdariyê belkî jî ji parçekirina atomê zortir û zehmetir e.
Demografî (zanista serjimar-çêniyan) weke milekî alîkar ê cinsiyetparêziya civakî, bi modernîteyê re artêça eskerî, artêça bêkaran, ji bo civaka netewe ya standart jî statîstîkê jî bi kar tîne û zaroka nîna jinan bi pîvanên îdeal ve girê dide. Îdeolojiya jêre Malthusparêzî tê gotin vê yekê îfade dike. Serjimara mirovan ya ku li civak û ekolojiyê gefan dixwe, di cewherê xwe de pirsgirêkeke biyolojîk nîne, ji ber ku kapîtalîzm û dewleta netewe îdeolojiya cinsiyetparêz bi kar tînin, encameke bi vî rengî derdikeve holê. Malbatgiriya modern jî di navê de, kapîtalîzm, îdeolojiya cinsiyetparêz a dewleta netewe û kirinên wê ji bo civak û hawîrdorê belkî jî çavkaniya herî mezin a pirsgirêkan e. Ji lewra divê mirov cinsiyetparêziya civakî di çarçoveya dewleta netewe de weke pêncemîn çavkaniya herî mezin a pirsgirêkên civakî bibîne û binirxîne.
ÇAVKANÎ: LI ROJHILATA NAVÎN KRÎZA ŞARISTANIYÊ Û ÇARESERIYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK (PÎRTÛKA ÇAREMÎN)