NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya duh a li ser gundên Til Temirê yên Qasimiye, Rihaniye, Reşidiye de şerekî dijwar rû da. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan di van gundan de bi tundî bersiva êrîşan da.
Êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heya derengiya şevê berdewam kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan derbeyên giran li van çeteyan dixin û kuştî û birîndarên çeteyan bi hejmareke zêde çêbûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran wekî tank, panzer, doçka, balafiren keşfe, obus û hewanan û hejmareke zêda ya çete û leşkeran êrişî van gundan dike.
Di encama êrişan de 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan şehîd bûn.
Çete derengiya şevê saet derdora 03.00’yan de ketin van gund û mezrayên Asûriyan. Mezreya Rimone, mezreya Danyal Gego, mezreya Yelda û Tûma, mezreya Hebîb Qerezîan û gundên Qasimiye, Rihaniye û Reşidiye dagir kirin û niştecihên van gundan koçber dibin.