NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û Berxwedana Cenga Rojava yên roja 35’emîn eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku di roja 35’an de jî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam kir û hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin.
Her wiha QSD’ê ragihand ku 4 şervanên wan şehîd bûne û 7 şervan jî birîndar bûne.
Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Artêşa dagirker û komên çete êrişên xwe yên hewayî û bejahî li seranserê herêmê domandin.
Ebû Rasen
Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve hewl da li gundên Bab el-Xêr û Ebdilhey êrişî herêmên sîvîl bikin û dagirkeriya xwe berfireh bikin.
Til Temir
Komên çete, bi piştevaniya êrişên hewayî yên artêşa dagirker hewl da êriş bibin ser herêmên Rihaniyê, Qasimiyê, Erbeîn, Amiriyê, Feyseliyê, Minehir û Mehmûdiyê. Artêşa dagirker li seranserê vê xetê bi balafriên bêmirov bombebaran kir û her wekî din bi çekên giran topbaran kir.
Eyn Îsa
Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundên Mesûdiye, Genteriyê û Hoşa bi piştevaniya êrişên hewayî û topbarana çekên giran êriş birin ser herêmên sîvîl û hewl da dagirkeriya xwe berfireh bikin. Her wiha komên çete xwest bi seyareyên leşkerî xwe nêzî herêma Xefetsalim bikin û gund dagir bikin.
Di van êrişan de bi giştî 4 hevalên me şehîd ketin, 7 hevalên me birîndar bûn.”