QAMIŞLO – Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên QSD’ê Mihemed El-Tirkî (Lewend Qamşlo) ku 9’ê Mijdarê li derdora Serêkaniyê şehîd bûbû û Mûeyd El-Ezîz (Dilgeş Qamişlo) ku 11’ê Mijdarê li derdora Til Temirê şehîd bûbû, her wiha cenazeyên endama ragihandina Şaredariya Xerbî ya Qamişlo Zozan Şêxo û Medîna El-Hisên ku di encama teqînên Qamişlo de 11’ê Mijdarê şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Seroxan oxir kirin. Her wiha nasnameya şervanê QSD’ê Şalan Şalan (Elî Qamişlo) ku 28’ê Cotmehê li navçeya Zirganê şehîd bûye, hat eşkerekirin.
Şêniyên bajêr cenazeyên şehîdan li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Seroxan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tilîliyan pêşwazî kirin.
Di merasîmê de bi navê malbatên şehîdan Ebîd Etê wiha axivî: “Ji destpêka şoreşê ve em dizanin temenê xakê xwîn e. Me ev yek qebûl kir. Niha jî em temenê parastina xaka xwe bi xwîna zarokên xwe didin. Bila tevahî cîhan baş zanibe ku em serî ji tu kesî re natewînin.”
Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Abdulkerîm Saroxan diyar kir ku şoreşa Rojava bingeha xwe ji berxwedana azadiyê ya ji beriya 40 salî ve digere û got: “Em tu carî nasekinin. Heta ku em azadiya xwe bi dest bxin û bi rûmet bijîn.”
Paşê hevseroka Desteya Şaredarî û Ekolojiyê Sema Begdaş diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina xaka xwe ji êrişên DAIŞ’ê kir ku bi awayekî yekser destekê ji dewleta Tirk digere û niha jî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûri yê dike, dewleta Tirk bi vê yekê şaneyên çeteyêên DAIŞ’ê li herêmê ji nû ve aktîf kirin.
Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malatên Şehîdan Rivîn Şêxmûs ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Malbatên şehîdan soz da ku ew ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û dê li derdora QSD’ê kom bibin.
Di dawiyê de cenazeyê endama Ragihandina Şaredariya Qamişlo Zozan Şêxo û Medîna El-Hisên ku di teqînên Qamişlo yên 11’ê Mijdarê de şehîd bûne li goristana sivîlan a bajarê Qamişlo hatin oxirkirin û cenazeyên şehîd Lewend Qamişlo û şehîd Dilgeş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.