ZAXO – Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Zaxoyê û Amediyê bombebaran kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandine balafirên şer ên Tirk duh bi roj çend caran ser hev gundê Şeraniş ya girêdayî navçeya Zaxo Duhokê bombebaran kiriye.
Heman çavkaniyê diyar kir dengê bombebaranê ne tenê ji gundê Şeranişê û derdora wê ji hinek gundên din jî hatiye, lê ji ber bombebarana dijwar nekarîne agahî ji herêmê bigirin.
Çavkaniyek ji gundê Dêrşîş ya herêma Berwariyan a girêdayî Amediyê jî diyar kir şevê din heya saetên dereng balafirên şer bênavber bombe li gund û derdora wê barandiye.
Têkildarî encama êrîşan ti zanyariyek bidest neket.