NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Til Temir û şûnwarên Asûrî û Suryanan berdewam dikin. Li herêmê gundên Dawudiye, Erişa, Mezra Îşa û Mezra Gebro şerekî dijwar rû dide.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan bi tundî bersiva van êrişan didin û berevaniya warên xwe dikin.
Her wiha gundên Til Tewîl û Til Kêf ên Asûrî-Suryanan di bin xetereyê de ne. Li van gundan gelek sivîl bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû mane.