NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan û gelê Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê necar man koçberî gundê Til Nesrî yê Til Temirê bibin li vir jiyana xwe didomînin. Niha jî koçberên ji Efrînê bi êrîşên dagirker ên dewleta tirk li ser Til Temirê rû bi rû dimînin. Ciwan û gelê Efrînê derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Til Temirê û gundê wê ji ajansa me re nirxand.
Ciwanê bi navê Serbest Hemid eslê xwe ji elewiyên Efrînê ye derbarê êrîşên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê wiha got: “Dewleta tirk a dagirker me ferzî koçberiyê dike. Destpêkê êrîşî Efrînê kir û cih û warê me talan kir, niha dixwaze dixwaze Til Temir û tevahî Rojava dagir bike. Lê gelê Rojava bi Kurdê xwe, Erebê xwe, Suryanê xwe, Meshî, Elewî û Mislimanê xwe bi hevpar bûna xwe li dijî vê derdikeve. Bi henceta ewlehî û aramiya herêmê dixwaze çete û tirkan li ser axa me bicih bike û bi vî awayî şer û bêaramiyê ava dike. Em vî tiştî tucarî qebûl nakin.”
Rodin Mihmed ji Efrînê navçeya Raco wiha axivî: “Em niha li gundê Til Nesrî yê Til Temirê ne. Gel hemû li malê xwe ne, kesî erdê xwe ji çeteyan û Erdogan re nehiştiye û derneketiye. Çeteyên Erdogan êrîşî gundê Til Temir dikin, şervanên QSD’ê jî bersiv wan dide. Hemû gel li pişta şervanê xwe ne.
Dikandar Feysel Evdo jî nerînê xwe wiha anî ser ziman: “ÊrîŞên dagirkeriya tirk em şermezar dikin. Ev dewleta tirk çi ji me dixwaze? Gelê Efrînê ji axa wan derxiste û ew der dagir kir, niha em hatine Til Temirê dixwaze dixwaze cihê me dagir bike. Em vê koçberiya ku ser Gelê me tê ferzkirin qebûl nakin. Em xwediyê vê axê ne, xwedî mafê xwe ne. QSD hêza gel e, ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û hemû pêkhateyên din pêk tê. QSD’ê tucarî cudahî nexistiye navbera wan pêkhateyan. Em van çeteyên Erdogan li ser axa xwe qebûl nakin. Tenê QSD’ê dikarê li ser vê axê parastina me bike. Li dijî êrîşên dagirker em ê heta dawî parastina xwe bikin.”