ROJAVA – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin, hejmareke zêde sivîl qetil kirin û mal û kargehên sivîlan talan kirin. Li dijî vê hovîtiya çeteyên tirk şervanên QSD, YPG û YPJ’ê di çeperên şer berxwedaniyek bêhempa dide meşandin. Li ser vî esasî Nûçegihana me Canê serdana Ragihandina Azad kir û nerînên wan derbarê rewşa heyî pirs kir.
Şînda Ekrem Nûçegihana Ajansa Anha axivî û wiha got;” Niha jî wek ku tê zanîn şerê taybet ku niha li vir tê meşandin di aliyê Olî, Çend, Ciwan û jin ji ber ku bi salan e ew perwerdekirine da ku werin bi zihniyeta xwe ya qirêj welatê me dagirbikin, herî zêde ciwan girtine nava xwe kesên ku di herêmê de girtine nav xwe û li gorî xwe perwerdekirine. Niha şerekî çawa dide meşandin, şerekî taybet dihêle ku pêkhateyên herêmê bixwe bixwe şerê hevdu bikin, Kurdin, Erebin, Suryanin. li vê derê projeyek dîmokratîk hatiye avakirin ji ber vê yekê ew kesên ku dibin bandora şerê taybet de hatine perwerdekirin bi her awayi êrîşên cur bi cur dimeşînin li ser gelê Herêmê. Şînda di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman; ” Gerek gel neyî xapandin bi hemî ragihandin,
ji ber ku niha ragihandinin hene jî ne ragihandinên azadin tiştên beruvajî dibêjin bi taybet em bêjin ragihandinên dewleta Tirk û yên ku dixwazin êrîşî vê projeya demokratîk bike.
Endamê Rêveberiya Rojnama Ronahî Ebdulrihman Mihemed jî bersiv dan pirsên Nûçegihana me Canê û wiha got; Wek ku em dizanin Metirsiyên ku dijmin dixe dilê gel de bi gelek rengaye di aliyê şerê taybet de ji bo ku gel bitirse û ji welatê xwe koçber bibe. Armanca wê ew e ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe nav şerekî navxweyi ji bo ku tevlîhevî di nav herêmê de çêbe û qetilam pêk werin. Ji bo vê pêwîste gel xwedî li Berxwedana Rumetê derkeve ji ber ku berxwedana rûmetê berxwedaneke mirovahiye.
Her wiha Endama Ragihandina azad Emîna Omer jî wiha got; “Di vê rewşa niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ragihandin di hemû qadan de roleke girîng lîst, armanca ragihandina azad jî ew e ku rastiyê ji gelê xwe re ragihîne da ku gel wê hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk bibîne”.
NC / CANÊ CÛDÎ