TIL TEMIR – Endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Henna derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên ji ajansa me re axivî. Aram Henna da diyar kir ku ev êrîşên çeteyên tirk ji bo xirabkirina ewlehiya herêmê ye ku hêzên demokratîk ev 8 salin dabû avakirin. Henna bi bir xist ku çeteyên tirk bizanebûn Papazan, Kiliseyan û nirxên civakê hedef digrin.
Komutanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Henna di axaftina xwe de wiha got: “Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyen wê xirabkirina ewlehiya li herêma me li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye ku me di 7 an 8 salên dawî karibû ava bikin. Bi wan êrîşan dewleta tirk a dagirker hewl dide şaneyên razayî ên DAIŞ jinûve aktîf bikin. Di çend rojên dawî de li ser riya Dêre Zor Papazê kiliseyan tên hedef girtin. Ew jî encameke ji êrîşen dewleta Tirk a dagirker e. Di van êrîşan de jî wê rewşa me ne cûdatir be ji dema êrîşên DAIŞ’ê yê di sala 2015’an de li ser herêmên Xabûr û herêmên gelên me ên Asûr û Suryan û Keldan. Ew êrîşên ku bûye sedema wêrankirina zêdetirî 10 heta 15 kiliseyan li gundan û revandina zêdetirî 250 welatiyên me ên Asûr, ku piştre bi peran karibûn bihatan rizgarkirin. Êrîşên DAIŞ’ê ji yê dewleta tirk û çeteyên wê ne cudatirin. Ji ber heman îdeolojiyê esas digrin, bi eynî ramanî tevdigerin. Kiryarên komên çete li herêmê di çarçoveya siyaseta komkujiyê û pakijiya etnîk li ser gelên me tê meşandin. Hebûna wan li herêmê xeteriyeke mezin e li ser gelan û wê bibe sedema koçberbûnê, kuştin, talankirin û destdirejî li ser mirovahiyê e.”
Aram Henna da xuyakirin ku hêzê wan ji bo parastina herêma Xabûr ku bi giranî Suryan û Aşur lê jiyan dikin û ji Serêkaniyê heta Zirgan ew di çeperên şer de cihê xwe digrin. Henna wiha berdewam kir: “Di meha çûyî de li ser daxwaza QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Suryanan ji bo parastina hêrêma Xabûr hêzên me li ser çeperên şer ên cuda cuda belav bûn. Ji Serêkaniyê heta Zirganê di çeperên yekemîn de cihê xwe girtin. Her wiha di van êrîşên dagirkeriyê de hêzên me 7 şehîd dane û 3 hevalên me esîr ketiye destê dijmin û hevalên me ên birîndar çêbûn. Hêzên me hêzekî perwerdekiriye, zêdetirî 6 mehan perwerdeya leşkerî û ramanî ditine. Hêzên me erka parastina gel û gundên wan û parastina kiliseyan girte ser milê xwe. Wê hertim bi vê erka xwe rabe.”
Aram Henna derbarê îttîfakan û agirbestê ev tişt anî ser ziman: “Di demê dawî de gelek îttîfaqên agirbest ji bo rawestandina şer çêbûn. Di navbera Rûs-Tirkan û Rûs-Emerika de lihevkirinê agirbest çêbûn. Lê bes çeteyên Tirkiye û dewleta tirk bi xwe ev lihevkirinê agirbest pêk neanî û hin jî gundên Xabûr û herêmên Aşur û Suryana û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistine bin êrîşên xwe. Li ser wan herêman bombebaran çêdibin. Binpê kirinek vekirî a îttîfaqanê ku hatine kirin heye li holê.”
Di dawiya axaftina xwe de Aram Henna bang li dewletên navnetewî kir û wiha got: “Em bang li dewletên navnetewî dikin ku ev îttîfaqên ji bo sekinandina şer hatine kirin, bi hemû aliyan bidin ferz kirin, ji ber ku ev xeteriya çeteyên tirk li ser hemûyan wek metirsiyekê ye. Di dawî de ez silavên xwe ji bo hemû şervanan ên di çeperên şer de, ji bo ev berxwedaniya ku meheke dewam dike û tê de gelek gelek şehîd hatiye dayîn ji bo ku welat bi aramî jiyan bike dişinim.”