QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitîya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo ji bo ciwan û gel bernameyek lidar xist ku tê de berxwedaniya şervanên QSD’ê li dijî dewleta tirk a dagirker hate silav kirin.
Li parka Halepçe bername bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî wê bername bi axaftin, helbest, stran û bi axaftinên gel berdewam kir.
Bername bi gotina stranên şoreşgerî bidawî bû.