BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di êrişên hewayî yên artêşa TC a dagirker de yên di 26 û 27’ê Cotmehê ku li herêmên Heftanîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin 4 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Argeş Cûdî
Nav paşnav: Harûn Akyol Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Îydî-Edîp Dem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn |
Nasnav: Dijwar Koçer
Nav paşnav: Agît Kaçar Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Kûdret-Gorgun Dem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn |
Nasnav: Baran Nîdal Dîgor
Nav paşnav: Vedat Parlak Cihê jidaykbûnê: Qers Dayik-Bav: Bedîa-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2019’an / Zap |
Nasnav: Canfeda Xerzî
Nav paşnav: Can Înaç Cihê jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Çîçek-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2019’an / Zap |
Hevrêyên me Argeş, Dijwar, Baran û Canfeda ji bo azadiya gelê Kurdistanê ji bajarên cuda yên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku hêviya gelekî hildan ser milan ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûn û pê ve jiyana xwe diyarî azadî û parastina gelê Kurd kirin. Li her qada ku lê têkoşiyan bi sekna xwe ya samîmî û nêzîkatiya paqij a li hevrêyên xwe dihatin naskirin û bi berpirsyariyeke mezin hewl dan bi rengê herî baş wezîfeyên demê pêk bînin. Tevî şert û mercên giran ji xeta şoreşgerî tawîz nedan û heta kêliya dawî bi kedeke mezin tevgeriyan.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Argeş, Dijwar, Baran û Canfeda em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala hevrêyên ya azadiyê bi ser bixînin.”