ŞENGAL – Balafira sîxûrî û bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker berê niha bi demeke kurt navenda bajarê Xanesor ya ser bi Şengalê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistiye Balafira ku êrîş pêkaniye balafira bêmirov bûye û raste rast navenda bajêr hedef girtiye.
Têkildarî encamên bombebaranê hîn ti zanyariyek zelal bidest neketiye.
Hêjayî bibîrxistinêye ku balafira bêmirov a Tirk 4’ê Mijdarê jî navendeke şervanên YBŞ’ê ya li Xanesorê hedef girtibû û di encamê de 3 şervan birîndar bûbû. Hema rojek piştî wê li dijî gundê Barê ya ser bi Şengalê di saetên êvarê de êrîşek din pêkanîbû.
Tevî ku rayedarên artêşa Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn pêkanîn jî têkildarî êrîşa Tirkiye ti helwestek nedabûn nîşan.