Kampa Eyn Îsa ji bo kesên ku ji Girê Spî koçber bûne tê amade kirin. Her wiha welatiyê bi navê Xelîl Muslim ku beşdarî amadekariyên kampê bûye, di derbarê amadekariyên kampê de nerînên xwe ji ajansa me re anîn ziman û wiha got; ” Em niha li vê derê ji bo gelê me yê Girê Spî Kampek avadikin, gelê me yê Girê Spî êşeke pir zehmet kişand herî dawî neçar ma ku koçber bibe û koçber bû, ji bo vê yekê jî em niha kampekê amadedikin ji bo gelê xwe yê Girê Spî. Em amade ne 2000-3000 malbat li kampê bi cîh bikin. Ev 2 hefteye me dest bi kampê kiriye. Em hewil didin ku kampê zû bi dawî bikin û gelê Girê Spî di kampê de bi cih bikin.