STENBOL – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2’ê Gulan, 22’ê Gulan, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîranê û herî dawî di 7’ê Tebaxê de bi Ocalan re hevdîtin kirin.
Ji 7’ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdîtnê û bi ti awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.