NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, gundê El Arîdîa yê navçeya Eyn Îsayê ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji dagirkeran hate paqijkirin.
Şevê din heya saet 11’an artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Qizilî û gundên derdora wê bi obus û hewanan kir û di encamê de gelek zirar gihaştin mal û milkên sivîlan.
Li aliyekî din jî di çarçoveya mafê xweparastinê de şervanên QSD’ê bersiv da êrişan. Di encama bersivdana şervanên QSD’ê de 8 çete hatin kuştin û erebeyeke çeteyan hat teqandin.