HESEKÊ – Nerazîbûnên li hember êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla gelên herêm ve berdewam in. di nav de ciwanan ên ku israra xwe li ser têkoşînê bi tevahiya rêbazan ji bo parastina ax û gelê xwe ji qirkirin û koçberiyê teqez kirin.
Girêdayî wê Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê civînek li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi tevlibûna bi dehan ciwanên navçeyê êrişan lidar xist. Tevgerê di civînê de geşedanên dawîn piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û rêbazên parastina herêmê ji wan nirxand.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Ciwanên Şoreşger a Sûriyê endamê rêveber Erdal Hesekê axivî û destnîşan kir ku li gel bêdengiya navdewletî di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna tevahiya çekên giran, bi sedan sivîl şehîd bûne.
Erdal wiha domand: “Divê em hemû bikevin rastiyekê; kesek ax, gel û zarokên me ji bilî me naparêze. Cîhan ji hêla pergalên zordest bê mirovî tê birêvebirin. Xema wan pêkanîna destkeftiyên madî heta ku li ser hesabê giyana mirovan be.”
Erdal teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker a ku çeteyên DAIŞ û El-Nusra di êrişên xwe de bi kar tîne qirkirina gelan, koçberkirina wan û guhertina demografiya wê armanc dike. Her wiha banga yekrêziyê û mezinkirina asta têkoşînê ji bo parastina ax û gel kir.
Di dawiya civînê de ciwanan teqez kirin ku ew her tim amade ne têkoşîn û berxwedana li hemberî dagirkeriyê heya derxistina wê ji tevahiya axa Sûriyê ya ku dagir kiriye dan.