BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Di 12’ê Tîrmeha 2019’an de ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê sê hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wiha ne:
Nasnav: Hebûn Farqîn
Nav paşnav: Hekîm Tayar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Munevver-Reşat
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2019’an / Garê
Nasnav: Nazlican Cûdî
Nav paşnav: Leyla Çaki
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Felek-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2019’an / Garê
Nasnav: Roceng Cûdî
Nav paşnav: Roceng Haci Kerho
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Kevser-Fethî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2019’an / Garê
Hevrêyên me Hebûn, Nazlican, Roceng ên li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn bi ruhekî berxwedêr, çand û hezkirina welat û azadiyê mezin bûn. bi şiyara ‘Rêberê azad û Kurdistana azad’ ketin nava liv û tevgerê, hêviyên azadiyê yên gelekî hildan ser milan û tevlî nava refêng erîla bûn. Her sê hevrêyên me di oxira jiyaneke bi rûmet û azad a gelê me de li dijî hêzên faşîst û dagirker tevlî nava refên gerîla bûn û di nava vê têkoşînê de tevlî karwanê şehîdan bûn. Di serî de malbatên hêja yên her sê hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re hêvî dikin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi ser bixînin. Em şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bi bîr tînin.”